Güncel

Ji Psychology Kurdî hejmara 11an: ‘Koçberî û derûniya koçberiyê’

Kovara derûnnasiyê Psychology Kurdî, di hejmara 11an de bi dosyeya 'koçberî û derûniya koçberiyê' derket.

Kovara Psychology Kurdî di vê hejmara ‘koçberî û derûniya koçberiyê’ de bi hevpeyvîn û nivîsên curbicur li ser vê mijara girîng sekinîne. Prof. Dr. Jan İlhan Kızılhan bi nivîsa xwe ya ‘Psîkoterapî di Civaka Pir-çandî de’ behsa koçberî û qonaxên koçberiyê, pevçûnên nifşî û nasnameyê, di peywenda navçandî de dermankirina psîkoterapîk dike.

Kovara Psychology Kurdî bi vê hejmarê 4 salan li pey xwe dihêle û dikeve sala xwe ya 5an. Ev 4 sal bû ku kovar di bin banê Ajans J&Jyê derdiket lê wê ji vê hejmarê pê ve êdî di bin banê weşanxaneya Avestayê de xebatên xwe bidomîne. Ji ber vê yekê jî edîtoryaya kovarê bo ked û piştgiriya bi qîmet ya Ajans J&Jyê spasiyên xwe anîn zimên û herwiha spasiyeke din jî bo weşanxaneya Avestayê kirin bo ku barê weşandinê hilgirtiye ser xwe û barê kovarê gelekî sivik kiriye.

Hûn dikarin hejmara nû ji pirtûkfiroşan û ji malpera www.avestakitap.com, www.pirtukakurdi.com peyda bikin.

Daha fazla göster

İlgili Makaleler

Diğer içerik
Kapalı
Başa dön tuşu