GüncelManşet

Parzemîna 8emîn:Kurdistan

Li ser rûyê erdê, qala heft parzemînan dikin lê em ê parzemîna 8emîn,bibîrxînin… Parzemîna 8emîn ji aliya dagirkerên xwînmij ve bi sînorên bê wate kirine çar beşan (çar beşên sereke).Ev parzemîn, parzemîna Kurdistanê,awanêya dîroka têkoşîna gelên bindest e. Parzemîna Kurdistanê gelek heyama dîrokê de bû armanca xwînxwar û dagirkeran. Parzemîna Kurdistanê tu heyama dîrokê de ne ji dagirkeran ne jî serhildanan kêm nebûye û hîn jî nabe ye.

Ev parzemîn xwedî rawişta çiyayên ku kes pê nikarê ye.

Ev parzemîn xwedî di şera Çarçellayê de li dijî dijminên hevpar bûbû benda pol.

Ev parzemîn xwedî hêrsa Kawayê Hesinkar û şopdarên wî yên ciwanên dînemêre.

Ev parzemîn xwedî Derwêşên ku bo gihiştia armanca xwe bi bîryar lêhiyan dabû ber xwe.

Ev parzemîn xwedî Edûleyên dînemêrin ne mê û ne jî mêr in, ev parzemîn xwedî Memê ku şûra destê xwe bi dolsozî kiri bû Zîn.

Ev parzemîn ji di sed sala ya hefdemîn de heta sed sala ya bîst û yekemîn de bi xwîna cangoriyên nemirên serxwebûnê ve ax û darên xwe av da ye/av dide ye.

Ev parzemîn xwedî çeperek/giraveke Kobanî ye.

Li ser vê parzemîna ku bêhempa, giravek bi navê Kobanî heye. Girava Kobanî dikevê hêla Başûrê-rojavayê parzemîna Kurdistanê. Ev girav yek ji tamarên herî girîng ên jiyîna parzemîna Kurdistanê ye. Ber bi roja 48emîn de têkoşînek diqulipê, ev tamar gelek neşterên kûr ve hat kolandin, çendemîn ji cihên cûr bi cûr hat qut kirin, çendemîn xwîna ku di vê tamarê de diherikê bi qasî hêza wan bi demkî hat sekinandin lê ew şera li dijî hovitî ber bi serkeftina dîrokî bi şervanên bûk û zawayên dil-pola xwe dixemlînê, xwe amade dike. Dil, raman û xewnên hemû hemwelatiyên vê parzemînê û mirovperweran li ber dengê serkeftinê, binketina dagirkerîne. Ev şer ne tenê şerekî neteweyiya parzemîna Kurdistanê ye, ev şer şera hemû mirovperweran e ji ber vê yekê rawişta vê şerê xwedî rawiştekî gerdûnî ye.

Derwêş careke din siwara hespê xwe bû lê ne ji bo Edûlê ji bo rizgariya netew li dijî dijminên xwînmij. Paramaz Kızılbaş bi mêrxasiya xwe Derwêş bû.Paramaz, mirovahî bû, azadî bû, bê sînor û remza giyana enternasyonalîzmê bû. Lûleya çekê Paramaz, bi hemû hêrsa Derwêşa ku li deşta Sirûcê heta Qerejdaxê bi dilsozî dabû dû şopa Edûl ê tije bû. Lêxist, lêxist û her ku Paramaz li dijmin dixist dilê Derwêş şad dikir. Edûlê jî xwe xemiland lê hîcar ne ji bo Derwêş ji bo li dijî dijminên xwe yên hovArîn Mîrxan, bû agirek û hestiyê dagirkeran agir pêxist, çawa ku di dilê Derwêş de agirê dîrokî pêxisti bû, wisa jî Arîn Mîrxan di şera azadiyê de bû nîşana azadî û serkeftinê.

Êdî demsala parzemîna Kurdistanê bi demsalî sar e lê şera ku diqewimi beravajkî gelekî germ û bi deng e. Li ber xwe dide, tamarê jiyîna parzemîna Kurdistanê. Bi hevpariya bi beşên din ve çeper bi çeper, giyan bi giyan, laş bi laş

û bi hemû hêrsa serhildana dîrokiya binketî, şevan dikin roj, rojan dikin şev û wekî stêrkên diçirisîn, diçirisîn şervanên dînemêr. Dîrok dê carekedin bê nivîsandin, ev şer di heman demê de şera tolhildana hemû binketiya serhildanên parzemîna Kurdistanê ye. Dê dîrok şerm bike li ber wan dînermêran, dê cîhan fedî bike li ber wan çeng-eyloyan, dê hemû rûpelên dîrok xwe ji nû ve bişewitînîne û ew hemû şerma ku sed salane bindest, bi xwîn hatiye nivîsandin,bi xwelîseran dîroka parzemîna Kurdistanê, ya rûmetê careke din wê were nivîsandin.

Şopdarên Kawayên dînên dînemêrên ne mêr û ne jî jin, tenê dînemêrin azadî ne. Wê bi ser kevine, wê dagirkerî binkeve.

(Helgurd Sirûc)

Daha fazla göster

İlgili Makaleler

Başa dön tuşu